26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal û Sinûn dê bêjin ERÊ ji serxwebûna Kurdistanê re

Çavkanî: KDP.info

Sinûn-KDP.info- Xelkê Sinûn û Şingalê bo beşdariya di referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê û vegera navçeyên wan bo ser Herêma Kurdistanê biryara xwe dane û komîsyona hilbijartinan jî li wan navçeyan hemû amadekarî kirine.

Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê nahiyeya Sinûnê ku heta niha 11 hezar malbat vegeriyane û 2 navendên dengdanê li navenda Sinûnê hatine danîn.”

Xelkê Şingal û derdora wê bi hêviyeke mezin çaverê roja 25ê Îlonê dikin, da ku biçin ser sinduqan û dengê xwe bidin.

Seydo wiha got: “Zêdetirî 80 % ji xelkê Şingalê û navçeyên derdora wê dê bêjin Erê bo serxwebûna Kurdistanê û hemû hêviya wan jî ew bû ku deverên wan bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.”

Rêveberê Nahiyeya Sinûnê wiha domand: “Rewşa navçeyê pir baş e û welatî bi azadî dikarin li hemû navçeyan biçin û bên û ti pirsgirêkek tune ye û ev yek jî bûye sedem ku xelk vegerin ser mal û halê xwe.”
 

Nûçeyên têkildar