26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo xelkê Silêmanî û Helebçe: Êdî bindestî bi dawî bibe, dema serxwebûnê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ji ber piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê spasiya xelkê xelkê Silêmanî, Helebçe û Îdareya Raperîn kir û ragihand, êdî bindestî bi dawî bibe, dema serxwebûnê ye.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên azîz û niştîmanperwer dikim ji bo wê beşdariya berfireh û pir bi coş ya li civîna cemaweriya roja çarşem 20.09.2017. Coşiya we peyamekî rûn bû ji bo navxwe û derve ku gelê Kurdistanê bi yekrêzî û yek dengiyê ve berev armanca xwe hengavan davêje.

Ew civînên cemaweriyên li rojên derbasbûyî de birêveçûn û hawara pir bi dilê cemawerê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê, bi xwe referandûmeke û niha hemû cîhan têgihîştiye ku gelê Kurdistanê bindestî red dike û dixwaze serbixwe bê. Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê we bi hemû hizb û aliyên siyasiyan re got ku serxwebûn sêwaneke ji hemû reng û bîr û dîtinên siyasiyan kom dike û ala Kurdistanê bilind radigrin.

Ez piştrastim roja 25.09.2017 bi heman coşiyê mizgîniya serkeftin û serxwebûnê didin şehîdan û bi serbilindiyê ve rû li şehîdan dikin û dibêjin: Êdî bindestî bi dawî bibe, dema serxwebûnê ye.

Li vir da bi pêwîstî dizanim spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên îdarî û emnî û polîsên hatin û çûnê bikim ji bo hevkariya wan li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wê civîna cemaweriyane.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
21.09.2017 ”

Nûçeyên têkildar