25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî spasiya xelkê Soran, Çoman, Mêrgesor û Rewandiz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de li ser piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê spasiya xelkê Soran, Çoman, Mêrgesor û Rewandiz û nahiyeyên wan kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Ji bo cemawerê xweşdivî û niştîmanperwerê qezayên Soran, Çoman, Mêrgesor û Rewandiz û nahiyeyên wan

Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên xweşdivî û niştîmanperwer dikim ji bo wê beşdariya we ya berfireh û pir bi coş û li civîna cemaweriya roja sêşem 19.09.2017. We bi hemaset û amadehiya berfireh, referandûma xwe encam da û bi hemû cîhanê ragihand ku we serxwebûnê divê. We daxuyakirin ku devera we, wekî berê navenda şoreş û sengerê pêş ya redkirina zulm û dagîrkerî û bindestiye, ji bo wê yekê divê ew hestê we yê azadîxwaziyê bigihe cîhana azad. Li roja 25.09 da dengê we dibe zengê hişyariyê û li dergeha wîjdana cîhanê dide.

Ji vir ve bi pêwîstî dizanim spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên îdarî û emnî û polîsên hatin û çûnê dikim ji bo hevkariya wan li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wê civîna cemaweriyane.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
21.09.2017”

Nûçeyên têkildar