26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtaliyayê pirsa refranduûmê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Sêşem 2017/9/19 pêşwaziya Marco Carnelos Balyozê Îtaliyayê li Iraqê û şandeka serbazî û dîplomasiya pê re kir.

Di hevdîtinekê de behsa rewşa serbaziya deverê û hemahengiya navbera Pêşmerge û tîma serbaziya Îtaliya ji bo meşq û perwerde ya hêzên Pêşmerge kirin.

Her wiha behsa rewşa hêzên Îtaliya li Bendava Musilê ji bo parastina bendavê û kompaniya Îtaliya ku bendavê nûjen dike kirin.

Li pareka din ya civînê bal kişandine ser dawîn pêşhatên siyasî li Îraqê û Herêma Kurdistanê û pirsa refrandûmê û hewlên nav dewletî ji bo navbijîvanî ya navbera Hewlêr û Bexdayê.

Serokwezîr di vê derbarê de xuya kir refrandum amanc niye, belkû amêrek e ji bo gehiştin bi amanca gelê Kurdistanê.

Her wiha pêdagirî li ser diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got civaka navdewletî dikare alternatîveka cidî ji bo vê pirsê pêşkeş bike.

 

Nûçeyên têkildar