26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li keça Pêşmerge Koçer Hacî kir

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya xelatkirina Pêşmergeya Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge xanim Koçer Salih Hacî, ku wek qehremanekî kampanya cîhanî li dijî hizrên tundrew ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li New York hatiye binavkirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê jê re şand.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Bo xanima Pêşmerge Koçer Salih Hacî
Silav û Rêz..
“Rêzgirtin û xelatkirina wek qehremana kampanya cîhanî li dijî hizra tundrew ji aliyê UNICEF û hevpeymaniya cîhanî ve, cihê dilxweşî û şanaziyê ye. Ez bi germî pîrozbahiyê li te dikim û bi riya te ez pîrozbahiyê dikim li hevsengerên te ji keçên Pêşmerge û hemû dayik û xuşkên Kurdistanê ku di xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê keda wan heye û gelek qurbanî dane.
Ti wek pêşmergeyekî qehreman bi xebat û têkoşîna xwe di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûye û we bergirî li ax û gel û kilturê xelkê Kurdistanê ji bo pêkvejiyan û lêborînê, kiriye, û hûn bûne mînakek ji şanaziyê bo jinên Kurdistanê û bo hemû dayik û xwîşkên me.
Ew xelata ku li ser asteke cîhanî û bi amadebûna kesayetiyên naskirî yên cîhanê, hat bexşîn bo te û ji bo xebat û pêşmergayetiya te, xelat û rêzgirtin e bo hemû wan dayik û xuşkên ezîz ên Kurdistanê ku di her warekî de bo azadî û bidestxistina mafê xwe û rûbirûbûna tundî û terorê de û ji bo nirxên mirovî têkoşan kirine.”

Nûçeyên têkildar