26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê Kerkûkê: Kerkûk dê vêje ERÊ ji serxwebûna Kurdistanê re

Çavkanî: KDP.info

 

Kerkûk-KDP.info- Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm dibêje, roja 25ê Îlonê dê xelkê Kerkûkê bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re û amadekariyên temam jî ji bo roja referandumê hatine kirin.

Necmedîn Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Kerkûk bajarê pêkvejiyanê ye û destê me hemûyan di nava destê hev de ye ji bo ku roja 25ê Îlonê em hemû biçin ser sinduqên dengdanê û em hemû bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re, ji ber ku dem ne di berjewendiya Kurdistanê de ye û eger niha Kurdistan biryara xwe nede dê ev derfet ji dest biçe. Çarenivîsa me hemûyan hevbeş e û di çarçoveya Kurdistanê de ye û divê di paşerojê de jî çarenivîsa me yek be û em hemû bi hevre rajin berpirsyaretiyê.
Kerîm wiha got: “Xelkê Kerkûkê roja referandumê dê axaftina xwe bikin û dê bêjin Erê ji bo serxwebûna Kurdistanê û herwiha amadekarî jî ji roja referandumê re hatine kirin û cihê dilxweşiyê ye jî ku şaxa Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Kerkûkê hatiye vekirin û ew yek jî cihê dilxweşiyê ye bo Kerkûkê.”
Parêzgarê Kerkûkê wiha domand: “Bexda wek toleye siyasî biryar daye ku min ji ser karê min dûr bixe û ez spasiya hemû aliyên siyasî û Encumena Parêzgeha Kerkûkê dikin ku ev biryar red kirin û ez bi xwe ligel Serok Barzanî axivîme û wî jî ew mijar ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê gotûbêj kiriye û ez bi wê piştgiriyê dilxweş im.”

Nûçeyên têkildar