Xelkê Kerkûkê: Emê bi dengê ERÊ bersiva dijminan bidin

Kerkûk-KDP.info- Welatiyên bajarê Kerkûkê dibêjin emê bi dengê ERÊ ji serxwebûna Kurdistanê re bersiva dijminên xwe bidin, ji ber ku wek hemû neteweyên cîhsnê msfê Kurdan jî heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Adil Kerkûkî wek ciwanekî bajarê Kerkûkê ye û serperiştiya girûpa bangeşeya bo serxwebûna Kurdistanê, ku ji malpera KDP.info re ragihand: “Em xelkê Kerkûkê bi hemû awayekî piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê dikin û serxwebûna Kurdistanê xewna me hemûyan e û me bi salan xebat û qurbanî ji bo wê dane. Bêguman referandum ji bo Kerkûkê 2 wateyan li xwe digre, yekem, dê Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê û ya duyewm serxwebûna kurdistanê û ragihandina dewleta Kurdistan e. Herwiha wek hemû gelên cîhanê mafê me jî ji bo diyarkirina mafê dewletbûnê heye. Lewma jî em daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku dengê xwe bidin serxwebûnê, da ku xwîna şehîdên Kurdistanê vala neçe.”
Derbarê heman pirsê, Xwendekarê Zanîngehê Rêbîn Newzad ji malpera KDP.info re ragihnd: “Eger xelkê Herêma Kurdistanê bi referamnê carekê dilxweş bin, em wek xwlkê navçeyên Kurdistanî 2 carî dilxweş in û em bi dilxweşî dibêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê”.




