26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bakur- Însiyatîfa Piştgiriya Referandumê: Bêjin Erê ji serxwebûnê re

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Parêzgariya Amedê, rewşa awarte wekî hêcet nîşan da û Konferansa Însiyatîfa Piştgiriya Referanduma Serxwebûnê ya li wî bajarî , qedexe kir.

Ji bo protestokirina vê biryarê roja yekşema 18ê îlona 2017an li Amedê li Cemiyeta Rojnamevanan ji alîyê Însiyatîfa Piştgiriya Referanduma Serxwebûnê kongriyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya însiyatîfê de wiha hat gotin: “Însiyatîfa me xebatên cûrbecûr danî ber xwe. Bi gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtin pêkanî. Me li gelek cihan civîn û konferans pêkanî. Lê li gelek cihan jî civîn û konferansên me hatin qedexekirin. Konferansa me ya Wanê û Êlihê ji aliyê herdû waliyên wan bajaran ve hatin qedexekirin. Konferansa me ya Amedê ku diviyabû di 17ê vê mehê de pêkbihata, ji aliyê Parêzgerê Amedê ve bi hêceta rewşa awarte hate qedexekirin.”

Însiyatîfê amajê bi wê yekê kir ku di van rojên dawî de her ku diçe êrîş û neheqiyên li ser kurdan zêdetir dibin û çend roj berê li Enqerê çend nijadperestên tirk destdirêjî cenazeyê dayika parlamentera HDPê Aysel Tuglukê salî kirin û dûv re jî li Çewlikê gora şehîd Doktor Seîd Çurukaya ji aliyê eskeran ve hate rûxandin. Însiyatifê ragihand ew van êrişên neheq bi tundî şermezar dikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Biryarên îrada miletan ên di derbarê pêşeroja xwe de, ji hemû qanûnan bi rûmetir in! Li ser pêşeroja Kurdistanê, ancax miletê Kurd dikare biryaran bide. Biryarên tu parlamento û tu hukumetan, ji îradaya miletê Kurd, ji îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo pêşeroja wî mezintir û bi rûmetir nîne!”

Însiyatifê bangî berpirs û xelkê Tirkiyê kir: “Em tevî hemû tiştî dîsa bang li aqlê-selîmiya gelê tirk û hikûmeta AK Partîyê dikin; ku ji îro pê ve jî, weke heta nuha bi Hukumeta Kurdistanê û civata Kurdistanê re têkiliyê xwe yên siyasî, tîcarî û dostanî bidin domkirin. Berjewendîya herdu alîyan jî, di vê hevkariyê de ye.

Heger mirov hinek dûr lê binêre, bi rihetî dikare bibîne ku Kurdistana serbixwe ji bo tu kesî nabe pirsgirêk, belkû ji bo herêmê û bi taybetî ji bo çareserîya pirsa Kurd-Kurdistanê bi rê û îmkanên aştiyane, dikare bibe adresa çareserîyan. “

Însiyatîf ji gelê Başûrê Kurdistanê dixwaze ku bi hemû mercên xwe, bi rêjeya herî bilind herin ser sindoqan û bi rêjeyeke herî bilind ji serxwebûna Kurdistanê re bêjin “ERÊ”.
 

Nûçeyên têkildar