Di salvegera Roboskîyê de Kurd daxwaza sizadana berpirsên vê komkujiyê dikin

Qurbaniyên herdu komkujiyên Mereş û Roboskê li hemû bajêrên bakûrê Kurdistanê û li hejmarek welatên Ewropa hatine bîranîn û di kombûna cemawerî de li gundê Roboskiyê hate diyarkirin ku siyaseta hemû hikûmetên Turkiya, Îraq û Sûriyê li hember Kurdan siyaseta Enfal û komkujiyan bûye.
Enwer Kara endamê saziya mafê mirovan li bakûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo Evro diyar kirk u li bakûrê Kurdistanê li gel 850 saziyên sivîl, part û rêkxirawên mafê mirovan di salvegera Roboskîyê de yekgirtinek çêkirine û daxwaz kirin ku berpirsên vê komkujiyê bihêne aşkerekirin û sizadan û got: "Di dîroka gelê Kurdistanê de li herçar barçeyên Kurdistanê rijêmên deshelatdar siyasetên komkujiyê û jinavbirinê li hember gelê Kurd birêvebirne û li geliyê zîlan heta Dêrsim, ji mereşê heta Helebceyê, Barzan û Germiyanê, ji Mehabad heta Amûdê û Qamişloyê bi sed hezaran Kurd hatine şehîdkirin û îro jî li roboskiyê ew siyaseta ne mirovane berdewam dike."
Di vê derbarê de Selaheddîn Demîrtaş hevserokê Partiya Aştî û Dîmokrasiyê (BDP) ragehand ku berpirsên komkujiya Roboskîyê serok wezîrên Turkiya Erdogan û hikûmeta (AKP) û serok erkanê artêşa Turkiya ne û got: "Heta henasa dûmahiyê jî em dê hisaba komkujiyan ji tawanbaran bipirsîn û em dizanîn ku ji komkujiya zîlan heta Roboskî hemû yek siyaseta desthelatdarên Turkia ye li dijî gelê Kurde û em sozê didin gelê Kurd heta tawanbar nehêne sizadan em dê bê navbir bizava xwe berdewam bikin




