Encumena Bilind a Referandumê: Amedakariyên referandumê berdewam dibin

Hewlêr-KDP.info- Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku amadekariyên referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê berdewam bin. Di daxuyaniya piştî civînê de tê gotin: Ji ber ku ew pêşniyarên ku heta niha hatine pêşkêşkirin, ew garantiyên pêwîst têde nînin ku cihê razîbûn û baweriya gelê me be, ji ber wê proseya referandumê dê berdewam be.
Encumena Bilind a Referandumê di vê bareyê de wiha dibêje:
“Ji vê asoyê ve ku referandum tenê amraz e jib o gihîştina bi mafê biryardana çarenivîsa gelê me, civînê biryar da;
Yekem: Ji ber ku ew pêşniyarên ku heta niha hatine pêşkêşkirin, ew garantiyên pêwîst têde nînin ku cihê razîbûn û baweriya gelê me be, ji ber wê proseya referandumê dê berdewam be.
Duyem: Di heman demê de jî, ji bo dabînkirina mafê biryardana çarenivîsa gelê me, bi rih û moralekî sazîner û berpirsyarane, dê dirêjî bi proseya gotûbêj û diyalogê li gel hemû aliyên pêwendîdarên civaka navdewletî were dan.”




