Pêşmerge ji Kerkûkê: Qurbaniyên me ji bo serxwebûnê bûn

Kerkûk-KDP.info- Fermandarên Pêşmergeyên sînorên eniyên Kerkûkê amaje bi wê yekê dikin ku wek çawa berê wan bi xwîna xwe Kerkûk û Kurdistan ji pilanên dijminan parastine, dê piştî referandumê jî bergiriyê di ber axa Kurdistanê de bikin.
Neqîb Ferman Umer Efserê Pêşmerge li Eniya Mekteb Xalid a nêzîkî Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amade ne bergiriyê li axa Kurdistanê û destkeftên Kurdistanê bikin, ew jî wek çawa bi dehên sal li hemberî neyaran barastina Kurdistanê kirine. Hemû qurbaniyên me jî ji bo serxwebûnê bûne, eger em bê dewlet bimînin dê xwîna şehîdên me vala biçin, ji ber ku berhema xwîna şehîdan tenê serxwebûn e û piştî referandum û serxwebûnê emê parastina axa Kurdistanê bikin.”
Raîd Salar Mahir Efserê Pêşmerge li ser Lîwaya 1 ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez wek efserekî Pêşmerge li eniya Kerkûkê piştevaniyê li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikim û ez di wê baweriyê de me ku hemû Pêşmerge di wê baweriyê de ne ku divê Kurdistan bibe dewlet û nexasim jî dilê me bi wê yekê xweş e ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê. Em wek Pêşmerge ji Kerkûkê peyama serxwebûna Kurdistanê dighînin hemû cîhanê. Herwiha em hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku emê her sînorê Kurdistanê biparêzin.”




