26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê Kerkûkê: Bexda nikare biryarê li ser Kerkûkê bide

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku Ne parlamento û ne jî serokwezîr nikarin biryarê li ser Kerkûkê bidin.

Necmedîn Kerîm îro di kongireyeke rojnamevanî de ragihand, ku ew li gel beşa yasayî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser biryara parlamentoya Iraqê axivîne û gotine, ku ew biryar bi temamî li dijî yasayan e.

Kerîm biryara parlementoyê ya li hember xwe weke biryareke “siyasî” binav kir û tekez kir, ku ew niha li ser karê xwe ye û dê li ser karê xwe jî berdewam bibe.

Parêzgarê Kerkûkê bi zimanekî zelal got: “Em qebûl nakin li Bexdayê çend kesek kom bibe û li ser vê mijarê bi vî awayî kar bikin. 370 endamên Parlamentoya Iraqê hene û tenê 120 kesan li ser vê mijarê deng dane.”

Li ser pirsekî ya derbarê destnîşankirina hakimekî leşkerî ji bo Kerkûkê ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve, Kerîm wiha axivî: “Diyarkirina hakîmekî leşkerî tiştekî xeyalî ye û xeyalê Beesiyan e, hizra Saddam e û ya Elî Mecîd e. Ew gelek dixwazin careke din wiha be.

Lewma ew parlamenterên erebên sunnîe wiha hizir dikin. Lê ew li gorî berjewendiyên gel hizir nakin. Ew hinde hemwelatiyên ereb li vê derê hene em parastina wan dikin. Hakimê leşkerî ji bo Hewîce, Riyaz û Ebasiye danîbûn lê di 36 demjimêran de hemû tiştek ji DAIŞê re hiştin û revîn. Em neçar bûn me ji wan re cakêt û pantolon ji vir ve şande Bexdayê.”

Nûçeyên têkildar