Serok Barzanî piştrastî û garantî da pêkhateyên Deşta Neynewa

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Nûnerên pêkhateyên deşta Neynewa civiya û gotarek taybet bi pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê pêşkêş kir û ragihand “Sozê didin, dewleta Kurdistan dibe dewleta hemû pêkhateyan û çarenivîsa deşta Neynewa di destê xelkê wê de ye û mana di çarçova Iraqê de, wateya wê ew e, çaverêyî karesatên mezin dibin.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bedîlên ku civaka navdewletî pêşniyaz kiriye ji bo paşxistina referandûm de got: “Ew bedîlê ku hatiye pêşniyazkirin, tenê dariştin û gotin e.”
Serok Barzanî pêkhateyên Deşta Neynewa piştrast kirin û ew garantî kirin û herwiha got jî: “Kultora pêkvejiyanê diparêzin û sînoran bi diyalogê dikişînin, pabend nebûna bi diyalogê, anku ji rojên ne xweş re vedigerin.”
Serok Barzanî ji nûnerên pêkhateyên deşta Neynewa re got: “Dixwazin ligel Iraqê du cîranên baş bin û çarenivîsa deştê Neynewa di destê xelkê wê de ye.”




