Hêla Asmanî Ya Qeterê Îro Geştên Xwe Bo Hewlêrê Destpê Kir

Îro di merasimeke de bo cara yekem hêla asmaniya Qeterê bi awayekî fermî geştên xwe bo Hewlêrê destpê kir.
Di dema gehêştina yekemîn Balefira hêla asmanî ya Qeterê Berêvebera giştî ya Balefirxaneya Hewlêrê Xatû Telar Faiq peyvek pêşkêş kir û çawetiya destpê kirina gehêştin asmanî yên Qeterê bo Kurdistanê rave kir.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, heta niha 13 hêlên asmanî ( kompaniyên hatuçûya asmanî) geştên xwe bo Kurdistanê destpê kirine û herwiha li Kurdistanê de jî bo 25 Deveran firîn hene.




