Pêşmerge gulle bernedane kurdên rojava, leşkerên Îraqê gulle berdane wan

Haşim Sîteyî fermandê lîwa 8 ya wezareta pêşmergê hikometa herêma Kurdistanê ew dengubase retkirin ku hindek dezgehên ragehandinê belavkirî ku li ser sinorê Sûriyê û herêma Kurdistanê demê hijmareka kurdên rojava xwenêşandanek encamdayî hêzîn pêşmerge teqe lê kirne.
Haşim Sîteyî bo Evro got: Pasewanên ser sinorî ku ser bi pasewanên hikûmeta îraqa fîderal ve ne, wana gulle berdane kurdên rojava.
Sîteyî diyarkir ku hijmareka kurdên rojavaya Kurdistanê ewên tûşî qeyirana birisîbunê bûne hatibûne gundê şîbana li ser sinorê Sûriyê û herêmê û xwastin bihêne di nav herêmê, belê ji layê pasewanên ser sinorî ku ser bi hikûmeta navend in rêgirî li wan hatekirin û gulle berdane wan, daku derbazî herêma Kurdistanê nebin û vegerine û di encam de pasewanek bi gulleka hevalekê xwe birîndar bûye.




