Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Birîtaniya referandum gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê Roja Çarşem 2017/9/14 pêşwaziya Frank Bekar Balyozê Birîtaniyayê li Iraqê û şandeka pê re kir.
Di hevdîtinkê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê û berhevbûnên ji bo civîna parlemantoyê û pirsa refrandumê kirin.
Di pareke din behsa dawîn pêşhatên şerê dijî terorîstan li Iraq û deverê, qunaxa piştî DAIŞê, rewşa deverên rizgar kirî û vegeryana penaber û koçberan ji bo ser cihên xwe kirin.
Di dawiyê de jî behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kirin û pêdagirî li ser pêwîstiya berdewam bûna diyalogê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan kirin.




