26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka, Brîtanya û NY bedîlek bo referandumê dane Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Amerîka, Brîtanya û Nûnerê Sekreterê Gişît yê Netewên Yekbûyî alternatîvek li cihê referandumê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine û Serok Barzanî jî ji wan re gotiye: “Em dê vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê gotûbêj bikin û di demekê nêzîk de em dê helwesta xwe rabigihînin.”

Îro pêmcşembiyê li bajarê Duhokê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li nûnerên welatên Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî kir û derbarê referandumê de bi hev re civiyan.

Derbarê civînê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û naveroka gotûbêjên navbera Serok Barzanî û nûnerên Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî aşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî şandeke li Nûnerê Taybetî yê Serokê Ameîrka û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û balyozên Amerîka û Brîtanya yên li Iraqê kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Roja pêncşembiyê 14-09-2017ê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a hevpeymanan kir, ku pêkhatibû, li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Brett McGurk û Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî Jan Kubis û Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Solliman û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Franks Baker û şandeke bi wan re kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, civîn li Navenda Serpireştiya Oprasyona Li Dijî DAIŞê birêveçû ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve tenê pênc kîlometran ji terorîstên DAIŞê ve dûr bû.

Li gorî daxuyaniyê, nûnerên Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî di civînê de amaje bi mijara referanduma Herêma Kurdistanê jî kirine û tê gotin: “Di vê civînê de nûnerên hevpeymanna behsa komek ji mijaran kirin, ji wan jî mijara referandumê ku biryar e di 25ê Îlona 2017ê de birêve biçe. Vê şandê pêzanîneke zêde bo gelê Kurdistanê hebû û rola pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bilind nirxand û silav ji rihê şehîdên pêşmerge yên şerê terorîstan re şand.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha behsa pêşkêşkirina alternatîvekê ji bo referandumê ji aliyê şanda Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî dike û dibêje: “Di civînê de şanda mêvan alternatîvek li şûna encamdana referandumê di 25ê Îlonê de pêşkêş kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, ku Serok Barzanî alternatîva referandumê li wan wergirtiye û ragihandiye, ku ew dê piştî gotûbêjkirina vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê biryara xwe bidin.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha dibêje: “Serok Barzanî ev alternatîv wergirt û pêşwazî li gotûbêjên sazîner kir, lê belê derbarê referandumê û alternatîva pêşniyarkirî de ragihand, ku ev yek tenê bi biryara min nîne û em dê vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî Kurdistanê behs bikin û di demekê nêzîk de em dê helwesta xwe di vê bareyê de rabigihînin.”

Nûçeyên têkildar