26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Elawî behsa referandumê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî, Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Ellawî li avahiya serokatiyê ya li bajaroka Selahaddînê qebûl kir.

Îro li navçeya Selahaddînê ya Hewlêrê Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokkomarê Iraqê Îyad Ellawî û şandekî Îtîlafa Niştîmaniya Iraqê kir.

Di hevdîtina dualî de li ser mijarên wekî "rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê, têkoşîna dijî DAIŞê, fikarên ji bo paşeroja Mûsilê û pêvajoya piştî DAIŞê" hatine nirxandin.

Di vê hevdîtinê de behsa giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê û peywendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê hatiye kirin.

 

Nûçeyên têkildar