26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKê rola Kurdên Rûsya di piştgiriya serxwebûnê de bilind dinirxîne

Çavkanî: KDP.info

Rûsya-PDK.info- Li Rûsya Endamê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed gotarek bi boneya vekirina Mala Kilturî ya Kurdan li bajarê Sant Ptrsborg pêşkêş kir û tê de piştgiriya Kurdên Rûsya bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bilind nirxand.

Îro danê nîvro Mehmûd Mihemed ligel şandeke PDKê serdana Mala Kilturî ya Kurdan – Sant Ptrsborg li Rûsya kirin.
Di wê merasîmê de Mehmûd Mihemed gotarek pêşkêş kir û vekirina Mala Kiltura Kurdî pîroz kir û behsa giringiya wê yekê kir bi teybetî jî ji bo bihêzkirina lobiya Kurdî li welatê Rûsya, nexasim jî li welatekî mîna Rûsya ku dîrokeke dêrîn ji pêwendiyên siyasî û ferhengî di navbera wê û Kurdistanê de heye.
Herwiha Mihemed behsa referanduma Başûrê Kurdistanê jî kir û piştevaniya Kurdên derveyî welat bo piştgiriya referandumê bi girîng wesif kir û rola Kurdên Rûsya jî ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bilind nirxand.
 

Nûçeyên têkildar