Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Emerîka li Iraq kir

Duhî çarşem 26/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Steven Bekiroft Balyozê Emerîka li Iraq û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de, hinek pirsên pêwendî bi Iraqê ve heye hate nirxandin ku herî girîngê wan pêwendiya navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û ew girjiya ku bi sedema ji aliyê Hikûmeta Federal ve anîna hêz ya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê hatiye holê û her wiha ew aloziya ku bi sedema hilkutana ser Wezareta Darayî û destgîrkirina pasevanên Wezîrê Darayî li hinek navçeyên Iraqê da rûdaye.
Balyozê Emerîka li Iraq ji bilî derbirîna nîgeraniya welatê xwe ji bo wan girjî û aloziyan, tekez li wê yekê kir ku guherîna rastiya niha ya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê pêwîste bi hemahengiya navbera her du Hikûmetan da bibe encamdan neku ji aliyê yek alî ve û hêvî xwest ku ew hemû girjî û aloziyên li rêya nêzîk kirina nêrîna pêkhatên siyasiyan û karê hevbeş ve bê dawî anîn.
Serok Barzanî wê rewşa ku li navçeyên Kurdistaniyên Derveyê îdareya Herêmê hatiye pêş bi rêkarekî ne destûrî wesif kir û ragihand ku ev rewş bi tu awayekî nayê qebul kirin û dergeha guftûgoyê jî vekiriye ji bo gihîştina bi çareseriyekî bingehîn ji bo hemû kêşe û gîr û giriftan dûrî li komkirina hêzên serbazî û pabendiya Herêma Kurdistanê jî bi destûra bingehîn dupat kir û daxwaz kir ku Hikûmeta Federal bi tevahî pabendî bi cîhkirina maddeya 140 bê û derbarê aloziyên hinek navçeyên Iraqê jî ronahî kir ku Iraq bi afirandina tengasiyan birêve naçê û ev rewşa ku hatiye holê jî pêwîstî bi aramkirinê heye ji ber ku pêvajoya niha girjî û tund kirinê hilnagirê belku pêwîstî bi peymanekî seranserî heye ku rewşa aloziya niha bi dawî bîne û bi armanca desteberkirina xizmetguzariyan û temamkirina binyatnana cumgên serekiyên dewletê welat biçê qonaxekî nû.
Li mijareke dinê hevdîtinê de rewşa tendirustiya Serok Mam Celal xistin rû û her du alî ji bilî tekez kirina rola serekiya Serok Komar, hêviya başbûneke lezgînî ji bo wî xwestin




