26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serxweşî li kesukarê xwedê jê razî Şêx Dara Şêx Celal Hefîdzade kir

Çavkanî: KDP.info

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar Hefîdzade

Silavên xwedê li we bin

Mixabinî nûçeya koça dawiya Şêx Dara Şêx Celal Hefîdzade gihîşt min. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we dikim û hevbeşê xem û diltengiya we me û hûn û kesukarên we xweş bin.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ku eve nexweşiya we ya dawî bê û sebirê bi we hemû aliyek bibexşê û ruhê rehmetî jî li bihûşta xwe ya fireh bi cîh bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/12/2012

Nûçeyên têkildar