Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî ji bo giştpirsiyê tê Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê KomakaraErebî Ehmed Ebulxet dê ji bo gotûbêjkirina giştpirsiya serxwebûnê roja 9ê vê mehê serdana paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bike.
Di hevdîtinekê de di navbera Nûnerê PDKê li welatê Misrê Şêrko Hebîb û Şêwirmendê Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Rûşdî de, hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê Komakara Erebî Ehmed Ebulxet dê roja 9ê vê mehê serdana Hewlêrê bike.
Hat ragihandin giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dê mijara sereke ya hevdîtinên Ehmed Ebulet be.
Çavkaniyên dîplomatîk ji rojnameya navborî re wiha gotine: “Ebulxet dê bîne ziman, giştpirsî dê bandoreke neyînî ji bilî Iraqê li herêmê jî bike û lewma pêwîst e rêveberiya Kurdistanê beriya giştpirsiyê baş hizrê xwe bike.”
Herwiha hatiye gotin Ebu Gayt dê daxwaza paşxistina giştpirsiyê jî bike, lê berdewam Serok Barzanî tekez dike ku Herêma Kurdistanê referandumê baş naxe û dê di dema xwe de birêve biçe û dê vê yekê ji şanda mêvan re jî bide xuyakirin û dê bêje referandum bandoreke xerab li ser navçeyê nake.




