Erebên Neynewa: Bêjin erê ji serxwebûna Kurdistanê re

Mûsil-KDP.info- Eşîrên Ereb ên parêzgeha Neynewa daxwaz ji xelkê xwe kirin ku di referandumê de beşdar bibin û bêjin erê ji serxwebûna Kurdistanê re.
Berdevkê Eşîrên Ereb ên parêzgeha Neynewa Muzahim Ehmed Elhiwêt di daxuyaniyekê de ku ji malpera KDP.info re hatiye şandin, ragihand: “Em daxuyaz dikin ji tevahiya xelkê xwe yên ku dê referandum li navçeyên wan birêve biçe ku di referandumê de beşdar bin û dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.”
Roja 25ê Îlonê dê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve biçe û dê ew referandum li navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî jî birêve biçe û xelkê wan navçeyan jî dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ku gelo dixwazin navçeyên wan ser bi Iraqê ve be yan jî Kurdistana serbixwe.




