Serokatiya Kurdistanê: Veguhestina terorîstan bo sînorê Iraqê, heman senaryoya 2014ê ye

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Lubnanê veguhestina çekdarên DAIŞê ya ber bi sînorên rojhilatê Sûriyê weke bûyereke “bi guman” binav kir û ragihand, ku ew pir bi ciddî çavdêrî û dûvçûna vê mijarê dikin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ragihand: “Ajansên nûçeyan belav kirine, ku li gor rêkeftinekî bi guman, hêzekî zêde yê terorîstan ji Lubnanê ve veguhestine ser sînorê Iraqê.”
Sebah da xuyakirin, ku anîna wan hêzan ji Lubnanê ve bo rojhilata Sûriye û ser sînorên Iraqê, cihê gumanê ye û got: “Em gelek bi cîddî çavdêrî û dûvdaçûna wê dikin û em vê yekê weke dubarekirina wan senaryoyan dizanîn, ku di sala 2014 de hatine bi cîhkirin. Ev yek bibû sedema êş û nehametiya Iraq û navçeyê.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Li vir radigihîn, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê li gel Artêşa Iraqê di nava hemahengî û hevkariyeke tevahî de be ji bo rûbirûbûna her eger û pêşhatekê.”
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî duh bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku li gorî rêkevtineke navbera DAIŞê, Hizbullah a Lubnanê û rejîma Sûriyê de, bi sedan çekdarên DAIŞê deverên sînorî yên Lubnanê terikandine û bi çek û teqemeniyan ve ber bi deverên sînorî yên Iraqê ve hatine veguhastin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku bicihkirina çekdarên DAIŞê li deverên sînorî yên Iraqê di encama rêkevtina 3 salî ya di navbera DAIŞ, Hizbullaha Lubnanê û Sûriyê de pêk hatiye.
Roja 27ê Tebaxê, di navbera DAIŞê, Hizbûllaha Lûbnanê û rejîma Sûriyê de, li herêma Kalemûn a rojhilatê Lûbnanê agirbestek ragihandibûn. Hatibû ragihandin, ku armanca vê agirbestê rizgarkirina 9 leşkerên Lûbnanî yên di destê DAIŞê de ye.
Li gorî vê rêkeftinê çekdarên DAIŞê dê ji bo Dêrezorê werin veguhestin û li hember vê DAIŞ leşkerên Lubnanî serbest berde.




