26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Asayişa Kurdistanê rêkeftina DAIŞ û Hizbûlah û Esed eşkere dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê aşkere kir ku bi sedan çekdarên DAIŞê li navçeyên sînorê Lubnanê bi çek û teqemeniyên xwe ber bi sînorên Iraqê ve hatin veguheztin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha hatiye:"Li gor rêkeftinekê di navbera terorîstên DAIŞê û Hizbûlaha Lubnanê û rejîma Esed bi sedan sedan çekdarên DAIŞê li navçeyên sînorê Lubnanê bicîhiştin û bi çek û teqemeniyên xwe ber bi sînorên Iraqê ve hatin veguheztin."

Di beşka din a daxuyaniyê de Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe derbarê veguheztina çekdarên DAIŞê bo sînorê Iraqê anîbû ziman û wiha gotibû ku em weke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe beramber wê yekê nîşandidin û weke karekî gumankirî bi navdikin û gelek pirsan jî li pey xwe tîne û daxwaz dikin ku, hemû aliyên pêwendîdar li navçeyê helwesta xwe derbarê vî karî de bikin.

Ev jî deqa daxuyaniyê ye:

"Li gor rêkeftinekî di navbera terorîstên DAIŞê û Hizbûlaha Lubnanê û rejîma Esed bi sedan sedan çekdarê DAIŞê li navçeyên sînorê Lubnanê bicîhiştin û bi çek û teqemeniyên xwe ber bi sînorên Iraqê ve hatin veguheztin.

Em weke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe beramber wê yekê nîşandidin û weke karekî gumankirî bi navdikin û gelek pirsan jî li pey xwe tîne û daxwaz dikin ku hemû aliyên pêwendîdar li navçeyê helwesta xwe derbarê vî karî de bikin."

Nûçeyên têkildar