Kerkûk biryara referandumê da

Kerkûk-KDP.info- Parêzgeha Kerkûkê îro bi fermî biryarê da, beşdariyê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de bike.
Îro bi armanca dengdana li ser beşdariya di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi beşdariya Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm civiya û biryar da ku referandum li Kerkûkê jî bê kirin.
Nûnerê Turkmanan di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de Îrfan Kerkûkî derbarê wê yekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna îro de biryar hat stendin ku referanduma Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê jî bê kirin û herwiha daxwaz jî ji komîsyona hilbijartinan hat kirin ku amadekariyan ji bo vê piroseyê li Kerkûkê jî bike. Ev herdu biryar jî girîng in.”
Îrfan Kerkûkî wiha got: “Birêvebirina referandumê mafê Kerkûkê ye, ji ber ku dê mafê me garentî bike û em dixwazin beşek bin ji Herêma Kurdistanê.”




