Wezareta Pêşmerge: Termê 130 terorîstan li cihê şer mane
Hewlêr-KDP.info- Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge ragihand, ku di heyama 72 demjimêrên derbasbûyî de li sînorê Tileferê 130 terorîstên DAIŞê ji aliyê pêşmergeyan ve hatine kuştin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê rewşa Tilefer û nahyeya Avgenî (Eyaziye) de daxuyaniyek weşand û ragihand: “Piştî ku terorîstên DAIŞê li Tilefer û Avgeniyê anku Eyaziyeyê rastê şkestê hatin, hewldan bi riyên dinderbasî Sûriyê bibin. Lê amadekariyên temam ên pêşmergeyan hebûn û rê nedan ew xwe xilas bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, ku çekdarên DAIŞê li bakûrê Tileferê û nahyeya Evgenî ketine kemînên Hêzên Pêşmerge û wiha gotin: “Di 72 demjimêrên derbasbûyî de laşê 130 terorîstan ketiye destê pêşmergeyên Kurdistanê. Lêgerîn û pişkînîna li dûv terorîstan berdewam dike.”




