Pêşmerge: Em bi îradeyeke polayî bergiriyê li sînorê Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Fermandehiya Eniya Rojavayê Dîclê ya Hêzên Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi îradeyeke polayî bergiriyê li sînorê û çeperên Kurdistanê dikin.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
“Şeva borî hejmareke terorîstên DAIŞê hewl dan ku bi dizî xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge li gundê Xeraîc ê navçeya Herdan bikin, lê Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind û bi awayekî çaw vekirî rûbirûyê wan bûn û di encama şerê Pêşmerge û terorîstan de, 2 terorîsatan xwe teqandin û çend terorîstên din jî hatin kuştin û yên din jî reviyan û negihîştin ermanca xwe.
Em radighînin ku Hêzên Pêşmerge bi îradeyeke polayî bergiriyê li sînor û çeperên Kurdistanê dikin û encama her hewleke terorîstan jî dê her şikestin û neman be.




