25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Ewropa: ERÊ ji serxwebûna Kurdistanê re

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Roj bi roj Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê zêdetir piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê zêdetir dikin û duhî festîvaleke mezin li Almanya birêve çû û tê de Kurdan gotin bijî Kurdistan û erê ji serxwebûna Kurdistanê re.

Yek ji beşdarbûyê wê festîvalê bi navê Mehdî Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Me piştgiriya xwe ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê da û me got Kurd divê bighên mafê xwe. Helwesta Kurdên Ewropa jî nîşan dide ku referandum biryara hemû xelkê Kurdistanê ye û dê ev yek bandorê li ser biryara gelek welatan jî bike û helwesta wan bo piştevaniya referandumê bughere.”

Têkoşer Mihemed ku çalakvanekî medenî û beşdarbûyê festîvalê bû, wiha dibêje: “Cihê dilxweşiyê ye ku evqas xelk di festîvalê de beşdar bûn û hemûyan dengê ERÊ ji bo serxwebûna Kurdistanê bilind kirin û ev yek jî diyar dike ku xelk ligel referandumê ne. Ez bi xwe ji bajarê Dusldurf hatime da ku di vê festîvalê de beşdar bibim û herwiha em pir dilxweş in ku evqas xelk beşdar bûne û ji hemûyî jî giringtir xwendina gotar Serok Barzanî bû, ku tekez kir ku referandum dê di dema xwe de birêve biçe.”

Şemal Ehmed jî wiha dibêje: “Gelek kesayetiyên biyanî jî ligel me di festîvalê de amade bûn û êdî welatên cîhanê jî têgiheştine ku niha dema referanduma Başûrê Kurdistanê ye û tê pêşbînîkirin ku welatên cîhanê piştgiriyê li encamdana referandumê bikin.”
 

Nûçeyên têkildar