Referandum- Li Dihokê 41 navendên dengdanê hatine amadekirin
__2017_07_29_h10m27s4__RM__2017_08_27_h15m57s47__HK.jpg)
Dihok-KDP.info- Li parêzgeha Dihokê rêjeyeke zêde ji xelkê serdana navendên dengdanê dikin ji bo xwe tomarkirinê di proseya referandumê de û li Dihokê 41 navendên dengdanê hatine amadekirin.
Berpirsê IT yê Ofîsa Parêzgeha Dihokê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Rizgar Uremarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê Dihokê 41 navendên dengdanê bo proseya referandumê hatine vekirin û rojane xelk serdana navendan dikin ji bo piştraskirinê ji navê xwe, her welatiyek jî ku navê wî nebe dikare serdana navendê bike û navê xwe tomar bike.”
Rizgar Uremarî wiha got: “Welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku li derveyî welat in dikarin bi riya malpera komîsyonê navê xwe tomar bikin.”




