Frakisyona PDKê: Bexda nas kir ku Kurdistanê biryara dawî daye

Bexda-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Erefat Kerem ragihand ku piştî serdana şanda referandumê bo Bexdayê êdî helwesta wan li ser referandumê nerimtir bûye û Kurdistan qet ji biryara xwe venagere.
Dr. Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana şanda Herêma Kurdistanê û civîna wê ligel hemû aliyan, pir girîng bû û encamên wê pir baş bûn, ji ber ku êdî hemûyan nas kir ku Kurdistan rijd e li ser lidarxistina referandumê û êdî ji wê biryarê venagere.”
Kerem wiha got: “Beriya serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, aliyên siyasî yên Iraqê daxuyaniyên pir tund li dijî referandumê didan, lê piştî çûna şanda Kurdistanê êdî helwesta wan nerim bûye, ji ber ku êdî ew jî dizanin ku Kurdistan ji biryara xwe ya dawî daye û ji wê biryarê venagere.”
Serokê Frakisyona PDKê wiha domand: “Biryar e gotûbêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bin û dê şanda Bexdayê jî dê serdana Hewlêrê bike û herwiha dê gotûbêj heta piştî referandumê jî di navbera wan de berdewam be, ji ber ku serxwebûn pêwîstî bi gotûbêjên ligel Bexdayê heye.”




