Serok Barzanî: Em qet ji biryara referandumê venagerin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku bi awayekî veger ji biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê tune ye.
Îro Şemiya 26.08.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Pîrmam pêşwaziya birêz Fexrî Kerîm Serokê Encûmena Iraqê ya Aştî û Alîkariyê û Serokê Dezgeha Elmeda kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya niha bitaybetî biryara referandûma li 25ê eylula pêş ya di derbarê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê behs kirin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê ragihand bi tu awayekî ji biryara encamdana referandûmê paşgez nabîn ji ber ku encamdana derbirîna îradeya gelê meye û li gel peymannameyên navdewletiyan û bihayên bilindên miroviyan yek digre.
Serok Barzanî nîgeraniya xwe ji hinek helwestan nîşanda û di derbarê biryara encamdana referandûmê ku bi tevahî berevajiya wan biha û prensîpane ku welatên demokratî pêve pabendin û têda rêz li mafên mirov tê girtin. Di demekê de ev pêngav çareseriye ji bo wan aloziyên li Iraq û navçeyê da heye. Her wiha derfeteke ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê hebûn û nasnameya xwe xuya bike û nêrîna gelê xwe ji bo vê biryarê dûpat bike û li bejewendiya bihêzkirina birayetiya di navbera gelên Kurd û Ereb û Iraqê daye bi giştî.
Di dawiya hevdîtinê de herdû aliyan dûpat kirin ku pêwîst e amadekarî ji bo qonaxên piştî referandûmê bê kirin û bi navê dirustkirina jîngehekî binyatneraneya guftûgo li navbera Herêma Kurdistan û Bexda û çespandina bingehên bi hêz ji bo paşaroja peywendiya di navbera her dû gelan, ev guftûgo jî ji niha ve pêwîstî bi amadekariyekî baş heye, tekez jî li ser wê yekê kir ku gelê Kurdistanê dost û hevpeymanê ciranan dibe û dibe sedema çespandina aştî û aramiye.




