26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Almanya: Referandum dê di dema xwe de birêve biçe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku pêwendiyên Hewlêr û Berlîn dê berdewam bin. Serok Barzanî jî ragihand ku referandum dê di dema xwe de birêve biçe.

Roja pênçşem 24.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cyril Nann Balyozê nû yê Almanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Balyozê nû yê Almanya li Iraqê behsa piştgîriya gel û welatê xwe ya ji bo bihêz mayîna Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li şerê terorê da karên girîng encam daye û cihê girîngiya Almanya ye û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku Almanya agahdarî dîroka êşên gelê Kurdistane, nîgeraniyên welatê xwe jî di derbarê dema encamdana referandumê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku Almanya dixwaze li gel Herêma Kurdistanê da li peywendiyên berdewam da bê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ji bo pêşkêşkirina hevkariyên serbazî ji bo Pêşmerge û wan hevkariyan bi bandor wesif kir.

Di derbarê biryara encamdana referandumê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewe ne biryara kesek yan aliyeke, belku maf û biryara hemû take kesên hemwelatiyên Kurdistane û nabê xelkê Kurdistanê ji wê mafê bê bêbeş kirin û referandum di dema xwe da tê encamdan. Eve jî behs kir ku li sed salê derbasbûyî de me hemû rêyek ceribandiye lê belê şeraket serî negirtiye û ewe Hikûmeta Iraqê bûye ku hîç demekî şeraketê nexwestiye û gelê me jî nikarê piştî wan hemû qurbanîdanan pêvekiyê qebûl bike û ezmûnên şikestxwariyan dûbare bike.

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku li ser diyarkirina paşaroja peywendiyan û pirsa referandumê li rêya aştiyane û diyalogê da li gel Bexda berdewam dibîn.

Nûçeyên têkildar