25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya referandum gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pirsa referandumê hat gotûbêjkirin.

Roja pênçşem 24.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya li qada Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kir û di derbarê pirsa referandûmê û egerên piştî referandûmê de danûstandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê ji bilî tekezkirina li têgihîştina welatê xwe ya ji bo mafên gelê Kurdistanê helwesta welatê xwe ya di derbarê dema birêveçûna referandumê bi Serok Barzanî gihand.

Her di vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser biryara encamdana referandûmê û di dema xwe ya diyarkirî û berdewambûna proseya guftûgoya li gel Bexda li ser wê pirsê da kir û bi eşkere wan sedeman xisterû ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyî yê hengavan bavêje.
 

Nûçeyên têkildar