26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Êdî serxwebûna Kurdistanê nêzîktir dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ligel nêzîkbûna dema referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê piştgieiyên navdewletî ji bo mafê çarenivîsê yê gelê Kurdistanê bihêztir dibin, ku hejmareke siyasetmedar û kesayetî û parlamenterên Siwêdê di çend gotaran de di rojnameya Svênska Dagblat de hevsozî û piştgiriya xwe ji bo proseya Serxwebûna Kurdistanê nîşan dane.

Li hemberî wê helwesta siyasetmedarên Siwêd, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî wan kir û hêvî xwest ku berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Di dema ku Hêzên Pêşmerge li dijî hovtirîn rêxistina terorê li cihanê şer dike ji bo aramiya herêmê û cîhanê, em piştgiriya we ji bo Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin.

Serokwezîrê Kurdistanê wiha got: “Bi alîkariya demokraxwazan li Siwêd û Ewropa û li seranserî cîhanê jî, êdî bidestxistina xwena serxwebûna Kurdistanê nêzîktir dibe.”

 

Nûçeyên têkildar