26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amed: Meşa yekgirtîya Kurdên bakûrê Kurdistanê ji bo Roboskîyê

Çavkanî: KDP.info

Partîyên Kurdî yên bakûrê Kurdistanê yên wek BDP, KADEP, OSP û herwisa saziyên sivîl ên kurd ji bo şermezarkirina bûyera Roboskiyê dê di 27’ê berfanbarê de li Amedê meşekê saz bikin.

 

Parlamenterên BDP’ê Nursel Aydogan, Emîne Ayna, rêveberên KADEP, OSP, Komeleya Diyalogê ya Dîcle Firatê û Însiyatîfa Azadî, li Amedê daxuyaniyek dan çapameniyê û bûyera Roboskiyê şermezar kirin.

 

Parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan li ser navê beşdaran bi bîr xist ku salek berê li Roboskiyê 34 gundiyên kurd bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatine qetilkirin lê hê jî hesaba vê yekê nehatiye pirsîn. Aydogan, got ew ê tu caran vê bûyerê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Nursel Aydogan, da zanîn ku ji bo şermezarkirina bûyerê dê di 27’ê berfanbarê de li Amedê meşeke mezin li dar bixin û wiha got: " Em ê wê rojê saet di 13.00’an de, li Dortyola Baglarê bicivin û ber bi Parka Koşuyoluyê ve bimeşin. Em ê ji hikûmetê hesaba vê yekê bipirsin."

 

Nûçeyên têkildar