Şanda referandumê dê serdana welatên cîran û cîhanê bike

Hewlêr-KDP.info- Encumena Bilind a Referandumê civiya û biryar da ku şandekê bişînin welatên cîran û welatên cîhanê ji bo gotûbêjkirina referanduma Başûrê Kurdistanê.
Îro Çarşema 23.08.2017 li Selaheddîn Encûmena Bilind a Referandumê bi serpereştiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî li darxist.
Di civînê de naveroka serdana Wezîrê Berevaniya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê û helwestên herêmî û navdewletiyan li ser referandûmê hate guftûgokirin û piştî gûhgirtina li rapor û encamên guftûgoyên şanda danustandinkarê Herêma Kurdistanê li gel Hikûmet û aliyên siyasiyên Iraqê û balyozxaneyên li Bexda, civînê de gihîştin van encamên xwarê:
Yekem: Civînê pêzanînên xwe ji bo kar û eday yekgirtiya şanda danustandinkara li Bexda hebû û tekez li ser berdewamiya guftûgo û danustandina li gel Bexda di derbarê referandum û paşaroja pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Duyem: Dirustkirina komîte û karên praktikî yên proseya referandum bi leztir bê kirin ji bo encamdana wê di dema xwe de û ragihandin û şiyana partiyan ji bo palpiştîkirina referandumê hevaheng bin.
Sêyem: Civînê piştgîriya xwe bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çaksazî û reforman û herwiha tekez jî kir li ser hewlên wê yên ji bo baştirkirina mûçe û rewşa jiyana welatiyan.
Çarem: Encumena Bilind a Referandûmê jibilî tekezkirina li ser mafê rewa yê gelê Kurdistanê di diyarkirina çarenivîsa xwe de, tevahiya helwestên navdewletî li beranberî referandumê fêm dike û tekez dike ku referandumê qet bandoreke nerênî li ser şerê li dijî DAIŞê nake û gelê Kurdistanê di sengerê pêşî yê şerê terorê de dimîne û li gel Hevpeymaniya Navdewletî di şerê terorê de amade ye hemû cûre hevkarî û hevahengî û guftûgoyê ye.
Pêncem: Civînê baweriyeke tevahî bi şeraketa rasteqîne ya pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê heye û piştgîriya hemû cûre garentiyekê dike ji bo desteberkirina mafên wan.
Şeşem: Pêkanîn û şandina şanda danustandinkar ji bo welatên cîran û cîhanê bikeve bernameyê karê Encumena Bilind a Referandumê.
Heftem: Di demeke nêzîk de li ser prensîpên demokratiyan û mafê çarenivîsa xwe konferansek ji bo nivîskar û edîb û rojnamevanên navçeyê û Rojhilata Navîn bi zimanê Erebî li Herêma Kurdistanê bê sazkirin.
Encumena Bilind a Referandumê
23.08.2017




