Rewşa penaberên rojava li bakûr gelek xerabe

Rewşa penaberên kurdên rojava li bakûrê Kurdistanê roj bi roj xerabtir dibe û saziyên sivîl daxwaz ji bajêrivaniyên kurd û gelê kurd dikin ku destê harîkariyê dirêjî kurdên rojava bikin û di her warî da wan bi tenê nehêlin çunku dewleta Turkiya ew harîkariya bo penaberên erebên Sûriyê dike wê yekê bo kurdan nake.
Roj bi roj hejmara penaberên kurd yên rojavayê Kurdistanê li bakûrê welat zêde dibin û di rewşekî gelek xerab da dijîn, di vê derbarê da Ehmed Yelmaz endamê saziya sivîl di daxûyaniyekî da bo rojnameya evro diyarkir ku bi sedan kurdên rojava di nav heriyê û di bin baranê da di nav çadirên naylon da dijîn û bajêrivaniya qizltepe û ya serê kaniya bakûr ku her du bajêrivanî jî di destê kurdan dane li hember rewşa xirab ya penaberan bêdengin û got: " Heke kurdên bakûr di vê demê de destê harîkariyê dirêjê birayên xwe yên rojava neken dê çawa behsê biratiyê û nîştmanperweriyê bikin, serokên bajêrivaniyên me bo rojên wesa giran pêdivîne û divêt em yekgirtina xwe bi kiriyarî nîşan biden ne bi bilindkirina dirûşiman. "
Ehmed Yelmaz herwesa daxwaz ji hevserokên parta aştî û dîmokirasyê (BDP) û kongireya civaka dîmokiratîk (KCD) kir ku kempîna harîkariyê li bakûrê Kurdistanê destpê bikin û got: " Ez bawer dikem bi kempîneka baş emê bişêyin karîgeriya xirab ya zivistanê li ser penaberên kurd kêmtir bikin û bo vê yekê jî divê (BDP) û (KCD) destpêşxeriyê bikin, ji ber ku divê evro em bi kiriyarî û bi canê hevkarî û biratiyê bo hemû cîhanê yekgirtina kurdan nîşan bidin û yekîtiya neteweyî jî di rojên giran de dirust dibe. "
Li aliyê dî hatî ye ragehandin ku hikûmeta Turkiya li sinurê bajêrê hatay rojane bi dehan tirombêlên barihlgir yên tijî xurak derbazî Sûriyê dike û harîkariyê didete komên çekdar û opozisyona Sûriyê û hikûmeta Turkiya bi fermî di kombûna civata wezîran da biriyar wergirt ku 50 hizar ton ard û derman bo Sûriyê bişînin




