26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Turkmanên Kerkûkê kar ji bo referanduma Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ev çend roj in ku beşek mezin ji Turkmanên Kerkûkê dest bi kampanyayekê kirine ji bo serxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê û dibêje, hewldanên wan ji bo serxistina dengê Erê ye di referandumê de.

Sekreterê Partiya Gel a Turkmanî Îrfan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek gelê Turkman berdewam di xeta Kurdistanê de bûn û ji ber ku referandum paşerojeke geştir dide gelê Turkman û mafê me misoger dike, em piştgiriya vê pirsê dikin.”

Îrfan Kerkûkî wiha got: “Ev çend roj in ku me dest bi kampanyayekê kiriye ji bo piştgiriya piroseya referandumê û em kar ji bo serxistina vê proseyê dikin û dengê Turkmanan jî ji bo serxwebûna Kurdistabê ye.”
 

Nûçeyên têkildar