26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê Kerkûkê dê bi dengê ERÊ bersiva Bexdayê bidin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Cîgirê Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Şaxewan Ebdulah dibêje, xelkê Kerkûkê dê bi dengê Erê di referandumê de bersiva biryara dadgeha Bexdayê ya li dijî ala Kurdistanê û herwiha dijayetiya Bexdayê bo Kerkûkê, bidin.

Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara Dadgeha Îdarî ya Iraqê li dijî bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê,

biryareke siyasî ye, lewma jî ew biryar nayê cîbicîkirin û ti buhayek ji wê biryarê re li cem xelkê Kerkûkê tune ye, ji ber ku encumena parêzgehê biryara bilindkirina ala Kurdistanê daye û ew encumen nûneratiya xelkê Kerkûkê dike, lewma jî ne ji mafê dadgehê ye ku li dijî wê biryara encumenê derkeve.”

Ebdulah wiha got: “Bersiva wê biryara dadgeha Iraqê û bersiva dijayetiyên Bexdayê ji bo Kerkûkê dê dengê xelkê Kerkûkê be di referandumê de, dema ku bêjin Erê. Ez bawer im Kerkûk dê berî hemû bajarên din berê xwe bide referandumê û dê xelkê Kerkûkê bi dengê erê bersiva wan hemû binpêkirinên Bexdayê bide.”
 

Nûçeyên têkildar