Gera duyem ji civînên Hewlêr û Bexdayê dê li Hewlêrê birêve biçin

Bexda-KDP.info- Endamekî şanda Encumena Bilind a Referandumê bo Bexdayê dibêje, îro serdana wan ji bo Bexdayê bi dawî tê û dê gotûbêj û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî berdewam bin, ku gera duyem ji gotûbêjan dê li Hewlêrê birêve biçe.
Seidî Ehmed Pîre, Endamê şanda Encumena Bilind a Referandumê bo Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro dê serdana me li Bexdayê bi dawî were û ev serdan bi awayekî baş çû û mijarên girîng hatin gotûbêjkirin. Me pirsên xwe amade kiribûn û me dan Hevpeymaniya Şîeyan û wan jî pirsên xwe dane me. Emê ligel Encumena Bilind a Referandumê û Birêz Mesûd Barzanî û Birêz Kosret Resûl wan pirsên wan gotûbêj bikin û biryarê li ser bidin.”
Pîre wiha got: “Gotûbêj û danûstandinên me dê ligel Bexdayê piştî referandumê jî berdewam bin û biryar e ji niha û heta 10 rojên din em dîsa jî bicivin, ku biryar e gera duyem ji wan danûstandinan li Hewlêrê birêve biçin. Ji bo rêkeftina me jî 2 hefte hatine diyarkirin.”




