25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em referandumê paş naxin..Şanda me ne ji bo pereyan çûye Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku hemû rê bi Bexdayê re hatine ceribandin û di bin ti gefekê de referanduma Başûrê Kurdistanê nayê paşxistin.

Serok Barzanî îro di gotarekê de ku li Hola Seid Ebdullah a li Hewlêrê ji bo xwendekarên zanîngehê diaxivî ragihand: “Di Destûra Iraqê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku yekîtiya xaka Iraqê, bi cîbicîkirina Destûrê re girêdayî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Du bijarde li ber me hene; cudabûn, yan jî razîbûna bi wê yekê ku Bexda li me hukm bike.”
Herwiha Serok Barzanî aşkere kir, ku ji Cîgirê Berê yê Serokê Amerîkayê Joe Biden re gotiye: “Ezê di temenê xwe de Dewleta Kurdistanê bibînim.”
Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku şerm e Bexda behsa destûrê bike û got: “Wan hemû madeyên destûrê binpêkirine.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Pêwîstiya me bi Kurdistaneke serbixwe heye, da ku em û Iraq bibin 2 cîranên baş. Me ne ji bo pere û fedraliyê şanda xwe şandiye Bexdayê. Em naxwazin dewleteke neteweyî tenê ji bo Kurdan ava bikin, em dixwazin dewleta Kurdistan dewleteke demokratîk be û ya hemû pêkhateyan be.”
Serok Barzanî ragihand: “Di bin ti guvaşekê de em referandumê paş naxin.”

Nûçeyên têkildar