26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Her roj 500 Kurd ji rojava tên Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yê hikûmeta Kurdistanê Dîndar Zêbarî dibêje rojane nêzîka 500 kesî wek penaber tên İraqê û piraniya wan jî tên Herêma Kurdistanê.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 13 milyon dolar û Komisyona Bilind a Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî 6 milyon dolar ji bo koçberên Kampa Domîz xerc kirine.

 

Zêbarî tekez kir hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyana xwe hevkariya penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye û her dem jî derî vekirî ye bo ew penaber bên nav Herêma Kurdistanê.

 

Dîndar Zêbarî wiha axifî: " Pêdiviya Kurdên rojava bi alîkariya zêdetir heye û evna jî dikeve stoyê hikûmeta İraqê. Wezareta Koç û Koçberên İraqê hîç hevkariya penaberên Sûriyê nekiriye."

 

Nûçeyên têkildar