PDK: Serxwebûna Kurdistanê dê aramiya navçeyê zêdetir bike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Parêzgerên Kurdistanê Necat Umer Axa ji Polîtburoya PDKê re got ku yekxistina navmala Kurdistanê erkê hemû aliyan e, ji ber ku çarenivîsa wan yek e. Ji aliyê xwe ve Fazil Mîranî ragihand ku serxwebûna Kurdistanê dê aramiya navçeyê zêdetir bike.
Îro li avahiya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li Serokê Partiya Parêzgerên Kurdistanê Necat Umer Axa û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de Mîranî behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê kir û amaje jî bi serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê û danûstandinên ji bo referandumê kir û tekez kir ku Kurdistan li pêşiya qonaxeke dîrokî ye û pêwîst e aliyên siyasî pir bi hestiyarî kar ligel vê rewşê bikin, da ku ev guhertinên navçeyê di berjewendiya gelê Kurdistanê de bin, ji bo vê yekê jî rêxistina navmala Kurdî bi nêrîna PDKê pir girîng e, ji ber ku dibe bingeheke girîng bo parastina destkeftan û bidestxistina armancên rewa, lewma jî em hemû di qeyikekê de ne û çarenivîsa me yek e.
Mîranî di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew pir geşbîn e bi hewldanên çareseriyeke siyasî bo nemana arîşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, lewma jî rewş wê yekê dixwaze ku navmala Kurdî yek be. Herwiha da zanîn jî ku referandum û serxwebûna Kurdistanê ne li dijî ti aliyekî ye û dê bibe sedema aramiyeke zêdetir li navçeyê.
Ji aliyê xwe ve, Necat Umer Axa tekez kir ku yekîtiya navmala Kurdistanê erkê hemûyan e, ji ber ku çarenivîs yek e.
Attachments area




