25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê: Tenê riya serxwebûnê li pêşiya me maye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Mela Ebdulah dibêje di vê qonaxê de erkê mamosteyên olî girîng û hestiyar e. Herwiha dibêje jî jibilî referandum û serxwebûnê ti rêyeke din li pêşiya Başûrê Kurdistanê nemaye.
Mela Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Mamosteyên olî di vê qonaxê de xelkê ji bo referandumê hişyar dikin û ji wan re dibêjin ev pirs pirsekî niştimanî ye, herwiha bersiva neyarên referandumê jî didin û dibêjin mafê çarenivîsê mafê welatiyên Kurdistanê ye.”
Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê wiha got: “Ji bo serxwebûnê û ji bo ku em bighêm maf û hêviyên xwe, herwiha ji bo ku zilm û zordarê li ser me nemîne, pêwîst e em hemû bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re, ji ber ku jibilî referandum û serxwebûnê ti rêyeke din li pêşiya Başûrê Kurdistanê nemaye.”
Mela Ebdulah wiha domand: “Pirsa referandumê jibilî ku ti rêgiriyeke olî li pêşiya wê tune ye, di heman demê de hêviya mamosteyên olî jî bûye û weke pirseke niştimanî û olî dibînin, ne weke pirseke hizbî û kesayetî. Ji bo serxistina wê pirsê jî ji erkê hemû mamosteyên olî ye ku di vê qonaxê de bi erkê xwe rabin, ji ber ku erkê wan girîng û hestiyar e, ku hişyarkirina xelkê ye.”
 

Nûçeyên têkildar