26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

YNK bo PDKê: Nabe em vê derfetê jidest xwe bibin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya YNKê bi boneya 71emên salvegera damezrandina PDKê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî PDKê kir û tê de ragihand ku ew hêvîdar in ev derfet jidest neçe, da ku armancên referandumê bicîh werin.

YNKê di peyama xwe de ragihand: “Ev boneye di demekê de ye ku neteweya me û ezmûna Başûrê Kurdistanê di rewşeke çarenivîsaz de li Rojhilata Navîn bi giştî û Iraq û perçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî, derbas dibe. Êdî Saykis Bîko ketiye ber pirsyaran û hikûmetên navçeyê jî tenê ha ji rewşa xwe ya aborî û ewlehî hene.”
Polîtburoya YNKê wiha domand: “Eger bi dirêjahiya dîrokê dagîrkeran rê li gelê Kurd girtibin bo xebatê bikin ji bo diyarkirina mafê çarenivîsê, êdî niha ji hemû demekê zêdetir çarenivîsa Kurdistanê ketiye destê serkirdatiya siyasî ya Başûrê Kurdistanê, lewma jî em bi vê boneyê em tekez dikin li ser çend xalan, wek: Nabe em vê derfetê jidest xwe bibin û em wan pilanên li dijî referandumê têk bibin. Kurd û gelên din jî li meydanê ne û mafê demokrasiyê dixwazin û qebûl nakin kes berjewendiyên xwe li ser hesabê me feriz bike. Nabe em dîroka xerab dûbare bikin û pilan li ser serê me bên gerandin. Divê referandum encamên xwe bicîh bîne. Ew hêvîdar in ev derfet jidest neçe.”
 

Nûçeyên têkildar