25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xaniqîn biryara referandumê da

Çavkanî: KDP.info

 

Xaniqîn-KDP.info- Encumena Qezaya ya Xaniqîn û nahiyeyên ser bi wê ve, biryar daye ku xelkê navçeya wan jî di proseya referanduma Başûrê Kurdistanê de beşdar bibin ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.

Endamê Encumena Qezaya Xaneqîn Refet Axamurad ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li Encumena Qezaya Xaneqîn dengdan hat kirin ku di referandumê de beşdar bin, ku bi 19 dengan encumenê biryara beşdariya di referandumê de da. Herwiha me daxwaz kir ku ofîsên referandumê li devera me jî bên vekirin û senduqên dengdanê jî bên danîn.”

Refet Axamurad wiha got: “Di dengdana îro de nûnerên Ereb û Tirkman û Sune û Şîe û Kakeyî jî beşdar bûn û hemûyan deng dan referandumê. Li Mendelî jî dengdan birêve çû û ji 13 endamên encumena wê navçeyê 10 kesan deng dan ku referandum li cem wan jî birêve biçe. Herwiha li Seidiye jî piraniya endamên encumenê dengê xwe dan referandumê. Li Celewla jî ji 15 endaman, 14an dengê xwe dan referandumê. Herwiha li Cebare û Qeretepe jî bi piraniya dengan biryara referandumê li wan navçeyan hat dan.”

Nûçeyên têkildar