26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke liqê yek pişkdariyê di cejna kirîstiyanên Duhokê de dike

Çavkanî: KDP.info

 

Bi helkefta jidayikbûna hezretê Mesîh, cejna birayên kirîstiyan, duhî 25/12 şandeke kargêriya liqê yekê partî bi serperştiya Umer Ureyî nûnerê liqê yek û berpirsê nivîsîngeha rêxistinê seredana bizava dîmokiratî ya aşurî û dêra beranî li Duhokê kir û ji layê di. Wehîd eblehid pêşiwazî lê hat kirin û li dêra beranî jî ji layê Yusif Yaqu ve hatin pêşiwazî kirin.


Di rûniştinên cuda da Ureyî silavên liqê yek arastey hemû kirîstiyanan kirin û got: (kirîstiyan jî weku hemû ol û aynan bê cudahî li Kurdistanê dijîn hîvî xwazîn ev cejne bibe cejna xoşyê û bereketê û vegerandina deverên Kurdistanî yên dervey herêmê bo ser Kurdistanê).


Her duhî û bi vê helkeftê Newzad Bamerinî kargêrê liqê yek bi serperştiya şandekê liqê seredana partî nîştmanî aşûrî û hizba dîmokiratî ya bêt nehirên kir û ev helkefta ayiy li wan pîrozkir

Nûçeyên têkildar