25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Bakurê Kurdistabê piştgiriya referanduma Başûr zêdetir dibe

Çavkanî: KDP.info

Mêrdîn-KDP.info- Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) kongreya xwe ya asayî ya yekemîn li Mêrdînê li dar xist û digel kongreyê, şaxa partiya xwe ya Mêrdînê jî vekir. Di kongreyê de piştevaniya referanduma serxwebûnê hate ragihandin.

Li Mêrdînê gelek sazî û dezgehên siyasî û civakî piştgiriya xwe ya ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihandibûn.

Siyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu jî di kongrê de amade bû piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê anî ziman û wiha got: "Kurdistanek ava bibe jî dê dewleteke pir-alî, pir-partiyî û pir-parlementerî be. Di dewleta Kurdistanê de dê mafên her kêmneteweyan hebin. Ev dewlet, dewleteke Kurdistanê ye."

Hejmareke partiyên siyasî yên Kurdî li Bakur ligel hejmareke mezin ji kesayetî û saziyên Bakurê Kurdistanê hewldanan li Bakur û li Tirkiyê dikin ji bi destxistina piştgiriyê ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar