26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Îranê: Hewlêr û Bexda bigihin çi encamê, em piştgiriyê lê bikin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Piştî civîna şanda Bilind a Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Îranê li Iraqê, Îrec Mescidî ragihand, Hewlêr û Bexda li ser çi li hev bikin, ewê piştevaniyê lê bikin.

Endamê şanda Herêma Kurdistanê Dr. Roj Nûrî Şaweys ragihand, ligel hemû aliyan li Bexdayê dicivin û wan dilniya dikin. Hevdem jî daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi erênî li referandumê binêrin, ji ber ku di dahatûyê de ew referandum dibe sedema nêzîkbûna zêdetir.

Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî jî ragihand, wan daxwaz kiriye kiriye ku guftûgo û civînan ligel Bexdayê bikin û her encamên rêkeftina di navbera Bexda û Hewlêrê çi bin, ew piştgîriyê lê dikin.

Duh êvarê şanda Encûmena Bilind a Referandumê gihêşte Bexdayê, bo pirsa referandumê ligel berpirsên hikûmeta û aliyên Iraqê gotûbêj bikin.

 

Nûçeyên têkildar